Li Nisêbînê borîya avê dîsa teqîya

Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê borîya avê ya ku ava sê navçeyan jê dihat dîsa teqîya.

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê borîya avê ya ku ava sê navçeyên bi navê Nisêbîn, Qoser û Artukluyê jê dihat dîsa teqîya. Ji ber teqîna avê xelk navçeyan mexdûr bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin borîya avê ji ber zexta zêde teqîyaye. Ji ber teqîna borîya avê tax di bin avê de ma. Ji bo teqîn bê tamîrkirin yekîneyên MARSUyê dest bi xebatan kirin.

Hat ragihandin heta 3 rojan dê av ji bo 3 navçeyan neyê berdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn