Li Nisêbînê teqîn: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Di teqîna ku li Nisêbîna Mêrdînê pêk hat de zarokek jiyana xwe ji dest da.

Li Nisêbîna Mêrdînê di nav lodên harfîyatê de teqînek pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de zarokekî 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li nêzî Kuçuk Sanayîya Nisêbîna Mêrdînê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqînek pêk hat. Di encama teqînê zarokê bi navê Hogir Kayranê 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Kesê bi navê Mahsun Mujde yê ku ji bûyerê re bûbû şahid derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew dengê teqînê bihîst derket derve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dengê teqînê hat, hema ez derketim derve û min dît ku zarok li erdê dirêj bûye. Zarok li van deran heywanan diçêrand. Biya min piştî wê baran ku doh barîye teqemenîya ku teqîya derket li ser rûyê erdê. Digel dengê teqînê hevalên me çûn rahiştin zarok û ew kirine ambûlansa ku hat cihê bûyerê.”

Kayranê ku hat rakirin nexweşxanê digel temamê midaxeleyên ku hat kirin jiyana xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû