Li Pakistanê li ber tirbê teqîn: 10 mirî

Li Lahora paytexta parêzgeha Pencapa Pakistanêli ber tirbeyekê teqîn pêk hat, di encama teqîna ku pêk hat de 10 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Lahora paytexta parêzgeha Pencapa Pakistanê  li ber tirbeyekê êrîşeke bombeyî pêk hat, di encama êrîşa ku pêk hat de 10 kes jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin teqîn di wesayîteke polêsan a ku li ber tirbê hatibû sekinandin de pêk hatiye.

Muhammed Ashfaqê polêsekî paye bilind e derbarê mijarê de destnîşan kir di êrîşa ku hatiye kirin de wezîfedarên ewlehîyê yên li tirbê hatine hedefgirtin.

Serokwezîrê parêzgeha Pencabê Usman Buzdar derbarê mijarê de diyar kir di teqînê de 3 polês, 2 wezîfedarên ewlehîyê, zarok jî di nav de tevde 10 kes jiyana xwe ji dest dan.

Tê lêkolînkirin ka teqemenî di wesayîta polêsan de çawa hatiye bicîkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn