Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Pakîstanê, protesto kirina hikûmetê dewam dike. Berî niha hikûmet, riya îkmala Natoyê, ji nû ve vekiribû. Ji ber vê yekê jî, millet siyaseta hikûmetê protesto dike.
Protesto ji teref partiya Cemaeta Îslamî, tê lidarxistin. Ji ber ku têkiliyên îdara Îslamabad û Waşîngtonê tê sererast kirin, li Pakîstanê grûbên muxalîf jî, li hev dicivin. Di protestoyan de hat xwestin ku riya îkmala konvoya NATOyê dîsa bê girtin û êrîşên teyarên Emerîka yên bê însan yên li Wezîrîstanê bên sekinandin. Her wiha ji hikûmetê hat xwestin ku nekeve bin polîtîka Emerîka.
Tê gotin ku wê protestovan îro ji Paşawer heta Torkhama deriyê sînorê Efğanîstanê bimeşin.
Wekî tê zanîn helîkoptereke Emerîka, di meha mijdara sala borî de, êrîşî qereqoleke sînor kiribû û 24 eskerên Pakîstanî kuştibûn. Li ser vê êrîşê, Pakîstan riya îkmala NATOyê girtibû. Lê li ser ‘uzirxwestina Kilîntona wezîra karên derve ya Emerîkayê, dîsa vekiribû.
Li hêla din, li bakurê rojhilata Pakîstanê li qereqoleke êrîş hat kirin. Dî êrîş de 4 kes hatin kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)