Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Parqa Kuşluka Pendîkê komekî êrîş bir li ser konên partîyan. Hat diyarkirin kesên ku êrîş li dar xistine tev de 13 kes bûn. Di êrîşa ku hat kirin de alên partîyên HUDA PAR, Saaadet, CHP, Vatanê hatin jêkirin û standên wan jî hatin belavkirin.
Erdal Almaliyê Serokê Navçeya Pendîkê yê HUDA PARê êrîşa ku hatiye kirin ji ÎLKHAyê re nirxand û got: “ Îşev li Parqa Kuşluka Pendîkê komek êrîş bir li ser konên partîyan. Di êrîşa ku hat kirin de alên partîyên HUDA PAR, Saaadet, CHP, Vatanê hatin jêkirin û standên wan jî hatin belavkirin. Ji 13 kesên ku êrîş tertîpkirin tev de 9 kes emrê wan ji 18 salan biçûktir bû.”
Ji alîyê di ve hat hînbûn ku di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi al û konên MHP û AK Partîyê nehatiye.
ÎLKHA