Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Pirsûsa Rihayê polêsan xwestin ku wesayîteke şikdar bisekinenin, lê wesayît nesekinî, ji ber vê yekê polêsan çekên xwe bi kar anîn û di hewayê de berik teqandin û wesayîtê sekinandin. Di wesayîta bi plaqeya 27 BSU 52 ku hat sekinandin 4 çiwal pusulayên dengan hatin bidesxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Piştî bûyera ku rû da Parlementerê AK Partî yê Rihayê Îbrahîm Yildiz hat cihê bûyerê û derbarê bûyerê de ji polêsam agahî wergirt.(ÎLKHA)