“Li Raqqayê ji cesedan çîya çêbûye”

Temsîlkarê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Nebenzîa îfade kir ku Emerîka û kûalîsyonê ji hewa ve û PKKê jî ji herdê êrîşî Raqqayê kirin û wiha got: “Yek avahî jî li ser pîya nemanin û ji cesedan çîya çêbûye.”

Piştî êrîşa ku bi pêşîvanî kûalîsyona Emerîka, Îngîltere û Rrensa ya li Raqqayê Rûsya ji Konseya Ewlekariyê ya Netweyên Yekbûyî (KENY) komcivîn teleb kirbibû. Piştî konsey kom bû Temsîlkarê Rûsyayê yê Daîmî ê Neteweyên Yekbûyî Vassîly Nebenzîa bertk nîşanî êrîşa Raqqa yê da û îfade kir ku berya niha salekê li wê deverê çi qewimî tu kes nizanin.

Temsîlkarê Rûsyayê yê NY Nebenzîa îfade kir ku Emerîka û kûalîsyonê ji hewa ve û PKKê jî ji herdbejê ve êrîşî Raqqayê kirine û wiha got: “Li Raqqaya ku bûye xerabe yek avahî jî li ser pîya nemanin. Di binê enqazan de hê ji bi hezaran cesed henin û ji cesedan çîya çêbûnin û her roj însan bi mayînan dimrin.”

Nebenzîa di dawîya axavtina xwe de wiha got: “Li deverê ceyran, av û tiştên ku meriv lê pêdivîyên xwe yên rojane bikin tineye. Li deverê ne tenê debistanek yek nexweşxane dahî tineye.”

Alîkarê temsîlkarê Emerîka yê Daîmî ê NY Kelley Currîe daxuyanîyên Rûsyayê yên di warê Raqqayê de qebûl nekir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir