Li Rihayê di navbera 2 malbatan pevçûn

Li Rihayê ji ber lihevnekirina erdan di navbera 2 malbatan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de kesek birîndar bû.

Hat ragihandin li Rihayê ji ber lihevnekirina erdan di navbera 2 malbatan de pevçûn derket, di encama pevçûna ku derket de kesek birîndar bû.

Bûyer li Sêwereka Rihayê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lihevnekirina erdan di navbera malbatên Gulcan û Çelîk de pevçûn derket. Pevçûna ku pêşî devkî dest pê kir dû re mezin bû û di pevçûnê de çek, dar û kevir hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku derket de kesekî bi navê Hesen Çelîk birîndar bû.

Polês derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê