Li Rihayê pevçûna erdan: 4 mirî

Li Rihayê di navbera naskirîyan de ji ber erdan pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Hewenga navçeya Rihayê di navbera naskirîyan de ji ber erdan pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer doh êvarî li Taxa Qîzan a Hewenga navçeya Rihayê di navber du malbatên ku naskirîyên hev bûn de pêk hat. Di encama pevçûna ku derket de kesên bi navê Şixmislim Şahîn(62), Şixo Şahîn (65), Narîn Şahîn (25) û Emîne Şahîn (60) jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku bi xeberê hat hesîn re polês û ambûlans hatin sewqkirin cihê bûyerê. Cenazeyê 4 kesên ku mirin hatin rakirin mirîxanê.

Lêpirsîna derbarê pevçûnê de berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e