Li navçeya Heweng a Rihayê, wesayîteke bazirganî ya sivik ku ji hêla L. Ç. ve dihat ajotin, ji paş ve li qamyonekê ku nasnameya şofêrê wê hêj nehatiye diyarkirin qelibî.
Ji ber hêza lêxistinê wesayîta sivik a bazirganî gelek zirar dît. Şofêr L.Ç. li cihê bûyerê mir û pênc kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê ji bo herêmê hatin şandin. Piştî dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hewengê hatin veguhastin.
Ji birîndarên ku ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, F.Ç. (36), M.Ç. (15) û B.Ç. (12) tevî hemû mudaxeleyan canê xwe ji dest dan.
Piştî qezayê şofêrê qamyonê hate binçavkirin û hate hînbûn ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)