Li Sakaryayê qeza: 7 mirî 2 birîndar

​Li Sakaryayê wesayîtek da nav koma motorsîkletvanan, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Sakaryayê wesayîta ku ji kontrolê derket da nav koma motosîkletvanan, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin qeza li ser Rêbeja Kocaalî-Akêakoca  pêk hat. Wesayît dema ku di halê seyrê de bû ji kontrolê derket û derbasî şerîda din  a rê bû û li koma motosîkletvanan qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Tê diyarkirin ji 7 kesên ku jiyana xwe di qezayê de ji dest dan 4ê wan pîrek in.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn