Li Semsûrê di nexweşxaneyê de pevçûn: 4 birîndar

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Zanîngeha Semsûrê di navbera nasên nexweşekî û wezîfedarên ewlehîyê de pevçûn derket, di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Zanîngeha Semsûrê di navbera nasên nexweşekî û wezîfedarên ewlehîyê de pevçûn derket, di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin nasên nexweşekî ku li xestê hatibû razandin xwestin di seatên ku lê ziyaret qedexe ne de nasê xwe ziyaret bikin; lê belê wezîfedarên ewlehîyê destûr nedan vê ziyaretê û di navbera terefan de pevçûn derket.

Di encama pevçûna ku derket de 4 kes birîndar bûn. Ji 4 kesên ku beşdarî pevçûnê bûbûn tevde 3 kes hatin binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn