Li derdora gundê Üçgöz ê girêdayî navçeya Bêsnî ya Semsûrê di encama lihevketina du wesayîtan de qezaya trafîkê rû da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta di bin îdareya O.Ö de û wesayîta di bin îdareya R.Y. de ji ber sedemek ku hîn nayê zanîn li hev ketin. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê yên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, mudaxaleyî birîndarên ku di wesayîtan de asê mabûn kirin. Di encama xebata tîman de birîndarên ku ji cihê asê mabûn hatin derxistin, radestî tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112ê hatin kirin.
Birîndar piştî mudaxaleya ewil a li cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê û hatin dermankirin.