Gundê ku li Amedê birûsk lê da: Hema hema me 3 zarokên xwe yên din jî winda dikirin

Gundê ku li Amedê birûsk lê da: Hema hema me 3 zarokên xwe yên din jî winda dikirin

Li Erxeniyê di encama ketina birûskê ya li malekê de dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn. Xizmên malbatê diyar kirin ku ji ber tunebûna rêya gund berê 5 zarokên xwe veşartine axê, di vê bûyerê de jî metirsiya windakirina zarokên xwe jiyane.

Li Pinarbaşı Kümeevlerê ya gundê Bêtîkê ya navçeya Erxeniyê, ji Malbata Fidanê yek dayik û 2 zarokan birûsk lê da. Li Pinarbaşı Kümeevlerê ku ji ber tunebûna rêya taxê ambûlans negihîştê, xizmên malbatê wesayîta ku birîndar lê siwar kiribûn bi traktorê kişandin û gihandin tîmên tenduristiyê.

Rêya nêzîkî 3,5 kîlometreyî ya ku Pinarbaşı Kümeevlerê bi taxê ve girê dide, bi salan e li benda çêkirin ye. Li ser vê rêgezê ku ji ber rewşa xirab a rê tenê bi traktorê çûnûhatin dikare bê kirin, li gorî îdiayên niştecihên taxê heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Niştecihên taxê diyar kirin ku tevî wan rewşa rê di serî de ji Şaredariya Erxeniyê re gihandine gelek sazî û berpirsyaran, heta niha tu başkirinek nehatiye kirin.

Nêzîkî 10 xwendekarên ku ji ber rewşa rê nikarin biçin dibistanên xwe jî ji perwerdeyê bêpar mane û li benda vekirina rêya xwe ne.

"Behskirina pirsgirêka rê di çaxa fezayê de cihê şermê ye"

Selahattin Fidan

Kalapîrê zarokên ku di encama lêdana birûskê de birîndar bûn Selahattin Fidan, diyar kir ku ji ber rewşa rê di salên berê de êşên mezin jiyane û ev yek ji aliyê berpirsyaran ve wekî belgeyek/nîşaneyeke şermê ye.

Fidan ku qala pirsgirêka xwe ya çûnûhatinê kir, wiha got: "Bi taybetî di vê demê de ku em çaxa fezayê dijîn, ji ber astengiyên hin kesan li gundên derdorê, xizmetên rê, av û elektrîkê nayên anîn gundê me. Em sedsalê, çaxa fezayê dijîn. Lê mixabin ji ber astengiyên hin kesan em nikarin ji xizmetên ku dewleta me dixwaze bike sûdmend bibin."

Fidan ku tekez kir ji ber rewşa rê ya gotî di salên berê de 5 xizmên xwe ji dest dane, wiha axivî: "Niha eger ez bûyerên ku min 20-30 sal berê jiyane û zarokên xwe winda kirine vebêjim, dibe ku hin kes bifikirin ku ez edebiyata mexdûriyetê dikim. Lê bi rastî min ev êş jiyan. Ez mirovek im ku di sarma binê sifirê de 40 pileyan de, di tariya sibehê de, dema zarokê birayê xwe li ser pişta hespê dibir winda kir. Zarokên me yên ku di hembêza min de, li ser pişta hespê can dan çêbûn. Lê ji ber ku qeydên me nînin em nikarin vê yekê ji mirovan re vebêjin."

"Em şerm dikin, ez li vê yekê matmayî dimînim ku berpirsyar çawa şerm nakin"

Fidan ku bal kişand ser wê yekê ku di sedsala bîst û yekem de behskirina pirsgirêka rê cihê şermê ye, wiha pê de çû: "Em ji berpirsyarên pêwîst, ji saziyên têkildar dixwazin ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Di vê demê de ku em çaxa fezayê dijîn, hîn jî axaftina li ser pirsgirêka rê bi rastî rewşeke wisa ye ku mirov jê şerm bike. Em bi xwe şerm dikin. Ez matmayî dimînim ku berpirsyar çawa şerm nakin. Gelo dema şev serê xwe datînin ser balîfê dikarin bi rehetî razên?"

Fidan ê ku qala mexdûriyetên hatine jiyîn kir, wiha axivî:

"Dema zivistan tê, têkiliya me bi dinyayê re qut dibe. Wekî ku em ne dijîn lê tê. Em neçar dimînin ku heta havînê li benda bimînin. Dibe ku greyderêk bê, rê hinekî rast bike. Lê di salên dawî de ew jî zehmet bûye. Di zivistanê de em di nav heriyê de asê dimînin. Zarokên me li ser rêyan jiyana xwe ji dest didin. Niha em di serdemeke wisa de ne ku divê em bifikirin û biaxivin bê ka 'Gelo em li filan derê kîjan kargehê ava bikin? An jî heke di motora balafirê de pirsgirêkek hebe em ê vê çawa çareser bikin? Mirov diçin fezayê, em ê çawa herin.' Lê em hîn jî qala pirsgirêkên rê, elektrîk û avê dikin. Dema zivistan tê rê di nav heriyê de dimînin. Me hin beşên van rêyan bi destên xwe raxistin. Lê me nekarî beşeke nêzîkî 500 metreyî li aliyê rojava û nêzîkî 500 metreyî jî li aliyê rojhilat çêkin. Ji ber vê yekê em di çûnûhatinê de zehmetiyê dikişînin. Dema zivistan tê em bi tevahî mexdûr dibin."

"Me nexweşên xwe bi traktorê gihandin ambûlansê"

Fidan ê ku herî dawî qala bûyera lêdana birûskê ya ku roja borî qewimî kir, wiha got: "Heke em bên ser bûyera lêdana birûskê, birûskê li bûka min û du neviyên min da. Dema min ew li erdê dîtin, wekî ku ji nîvê laşê wan ve ber bi jêr ve felc bûbin bûn. Şikir ku hinek zanîna me hebû. Me pêlav û goreyên wan derxistin û di axê de veşartin. Me hinek ax li ser wan kir ku elektrîkê, enerjiyê bigire. Me hinekî jî şêla/mist da. Piştre dest pê kirin û hatin ser hişê xwe."

Fidan wiha berdewam kir: "Me li 112ê geriya, me helîkopter xwest. Lê baraneke zêde hebû. Gotin ku ji ber şertên hewayê ew ê nikaribin helîkoptera ambûlansê bişînin. Du ambûlans hatibûn Bostanliyê. Di navbera vir û wir de nêzîkî 3-4 kîlometre mesafe heye. Em neçar man ku nexweşên xwe bi traktorê bibin wir. Êdî bi rastî ji bo ku ez negirîm ez bi zorê xwe digirim."

Fidan ê ku tekez kir ku di sedsala 21emîn de, di serdemeke ku mirov xebatên li ser fezayê dikin û teknolojiyên nû hildiberînin de, behskirina wê yekê ku ji ber tunebûna rê nexweş dikarin çawa bên gihandin nexweşxaneyê cihê şermê ye, wiha got: "Ez bi rastî pir şerm dikim. Heke hestên şermê yên berpirsyaran hebin, ez difikirim ku ew ê tiştên ku ez dibêjim fêm bikin."

"Berî vê jî me pênc zarokên xwe ji ber vê rêyê winda kirin"

Tuncay Fidan

Tuncay Fidan ê ku bûyer ji mala ku birûsk lê dabû vegot, wiha qeyd kir: "Duh derdora saet 15.00an de birûskê li bûka min û du zarokan da. Bi bandora birûskê bûka min heta quncikê hat avêtin, her du zarok jî ketin erdê. Dema me deng bihîst û em hatin vir, dayik û her du zarok hema hema wekî ku jiyana xwe ji dest dabin bûn. Apê min zarok û bûka min razandin nav heriyê. Zarok di nava nêzîkî saetekê de dest pê kirin û baş bûn."

Fidan wiha got: "Me li 112ê geriya. Cendermeyan jî li me geriya û rewş pirsî. Gotin ku ew ê çawa bên gund, divê em bi traktorê rê kevin. Wê gavê baran pir bi tundî dibariya. Min got ku di van şertan de derbaskirina rêya sê kîlometre û nîvan dê pir zehmet be. Min diyar kir ku bila ew bi awayekî bên, em ê jî ji AFADê alîkariyê bixwazin. AFADê li min geriya û got ku wesayîtên wan wesayîtên berfê ne, nikarin di rêya bi herî de pêş ve biçin. Me zarok û dayikên wan siwarî wesayîtê kirin. Me bi kişandinê heta nêzîkî sê kîlometre û nîvan birin. Ambûlans li wir li benda me bûn. Welleh berî vê jî me pênc zarokên xwe ji ber vê rêyê winda kirin. Bi van re duh ê heşt canên me bibûna. Xwedê ew li me bexşandin, şikir be."

"Em nikarin astengdarên xwe yên ku divê hefteyê 2 caran bên birin rehebîlîtasyonê bibin"

Fidan ê ku axaftina xwe bi van gotinan domand: "Berpirsyarê neçêkirina vê rêyê kî ye? Şaredariya Bajarê Mezin e an Birêz Walî ye an Qaymeqamiya Erxeniyê ye an Şaredariya Erxeniyê ye ku çênake? Nizanim. Kê dê berpirsyariya vê rêyê bigire ser xwe?" got ku ji ber rewşa rê zarokên wan ji çalakiyên perwerdeyê bêpar mane.

Fidan wiha axivî: "Zarokên me hene ku ji pola yekem heta pola dawî ya lîseyê dixwînin. Îsal zarokên me rojekê jî nikarîn ji perwerdeyê sûdê werbigirin. Ji ber ku rê tune ye. Kê dê berpirsyariya vê yekê bigire ser xwe? Zarokê min ê bi navê Muhammed Fidan li Erxeniyê gelekî serkeftî ye; hem di pola xwe de hem jî di dibistana xwe de yekemîn e lê îsal rûyê dibistanê nedît. Zarokên me yên din jî di heman rewşê de ne. Zarokên me bi rastî xwendekarên serkeftî ne. Muhammed par li Erxeniyê, îsal jî di dibistana xwe de bû yekemîn. Mamosteyên wî her roj li me digerin û dibêjin 'Gunehê Muhammed tê, qet nebe bila Muhammed were dibistanê.' Her sibeh dema ez zarokê xwe ji bo nimêjê radikim dipirse: 'Bavo, ma ez ê îro herim dibistanê?' Ji kerema xwe vê qîrînê bibihîzin. Êdî guh bidin vî dengî, paşguh nekin. Zarokekî min ê astengdar ê giran, du zarokên birayê min hene. Divê em wan hefteyê 2 caran bibin navenda rehabîlîtasyonê, em nikarin bibin."

Fidan ê ku diyar kir berpirsyar li hemberî mexdûriyetên hatine jiyîn bêxem mane, wiha got: "Di sala 2026an de em hîn jî van pirsgirêkan dijîn. Kê dê pêşiya vê bigire? Bi rûniştina Birêz Walî û Qaymeqamê Erxeniyê ya li ser kursiya xwe ev kar çênabin. Şaredarî jî jixwe tiştekî nake. Divê zû bi zû dest bavêjin vê pirsgirêkê. Em 2-3 caran çûn cem Parlamentera me Suna Xanim, Xwedê jê razî be alîkarî kir lê saziyên têkildar erka xwe pêk naynin. Bûyera ku duh qewimî sibê dikare dîsa biqewime. Heta îro me 5 canên xwe ji ber vê rêyê winda kirin. Divê em çend canên din winda bikin? Ji bo xatirê Xwedê di vî warî de alîkariya me bikin."

"Şaredariya Erxeniyê got 'Herin, we dengê xwe da kê bila ew rêya we çêbike'"

Fidan ê ku îdia kir ku tevî gelek serlêdanan jî Şaredariya Erxeniyê li hemberî daxwazan bêxem maye û xizmeta ku divê bê dayîn li gorî sindoqên hilbijartinê nirxandiye, hevdîtinên xwe yên bi yekîneyên têkildar re bi van gotinan vegot:

"Şaredariya Erxeniyê herî dawî ji me re got ku hafriyat tune ye. Me hafriyat jî eyar kir, dîsa nebirin û neşidandin. Êdî kê berpirsyariya vê yekê digire bila bigire. Ji kerema xwe bila ev pirsgirêk bê çareserkirin. Tenê sê kîlometre ye. Ne pir û ne jî tiştekî din, tenê pêdivî bi rijandina materyalê heye. Sedema ku me bi qedera me re hiştine keyfîtiya wan e. Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Erxeniyê got, 'Herin, we dengê xwe da kê bila ew rêya we çêbike. Heke ez rêya we çêkim, yên li derdorê ku dengê xwe didin min jî wê dengê xwe nedin min.' Ev gotin di odeya xwe de bi eşkereyî ji min, apê min û endamên din ên malbata me re got. Piştî wê rojê me fêm kir ku ew ê rêya me çênakin."

Fidan wiha got: "Qaymeqamê me yê berê zext li şaredariyê kir û rê da çêkirin. Hatin, ax rijandin. Dema tayîna Birêz Qaymeqam derket rê wisa hiştin. Ne xizmet hat temamkirin ne jî xebateke din hat kirin. Li gundê me av tune ye, elektrîk bi 2 kablan hatiye kişandin, elektrîka me ya rast û durist tune ye. Rêya me jixwe tune ye. Di gundên din de li ber deriyê malan kevirên parkeyê tên raxistin lê li gundê me tu xizmet tune ye. Nizanim, êdî divê dewlet zû bi zû dest bavêje vê rewşê."

"Tevî ku nêzîkî 2-3 mehan e îmtîhanên me dest pê kirine jî em qet nikarin biçin dibistanê"

Muhammed Fidan

Xwendekarê pola 2yemîn a navîn Muhammed Fidan ê ku diyar kir nêzîkî 2 mehan e nikare biçe dibistanê û ji hemû çalakiyên perwerdeyê bêpar maye, wiha axivî: "Ji ber ku rêya me tune ye em ji perwerdeyê paş ve man. Nêzîkî 2-3 mehan e, tevî ku ezmûnên me yên nivîskî dest pê kirine jî em qet nikarin biçin dibistanê. Ez bêriya mamosteyên xwe, hevalên xwe yên dibistanê û xwendina dersan kirime. Ji ber ku ez ji dibistanê dûr mam ez ji dersên xwe paş ve mam. Ji xwe ez yekemînê dibistanê bûm lê niha ez xwe wekî xwendekarê herî neserketî yê dibistanê hîs dikim. Ez dixwazim zû bi zû dewam bikim dibistanê."

Fidan wiha got: "Ne rast e ku ji ber rêyekê evqas kes, evqas xwendekar ji dibistanê paş ve bimînin. Xwişk û birayên min jî pir xebatkar û bi biryar in. Lê ji ber ku em nikarin biçin dibistanê em nikarin perwerdeyê werbigirin. Li vir gelek xwendekar vê pirsgirêkê dijîn. Em nêzîkî 10 kesan bi hev re diçûn. Lê niha ji ber ku rê tune ye tu kes ji me nikare biçe dibistanê."

Muhammed Fidan ê ku hêviya xwe ji berpirsyarên herêmî qut kir, di serî de bang li Serokkomar kir û ji saziyên berpirsyar re wiha got: "Berpirsyarên li vir ji vê pirsgirêkê re çareyê nabînin. Ez rasterast bang li Birêz Serokkomar dikim. Ji ber ku ez nikarim perwerdeyê werbigirim û ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar mam, ez difikirim ku ev kêmasiyeke dewletê ye. Rêya me ewqas xirab e ku meriv dikare bêje tune ye. Berê dîsa bi awayekî em diçûn lê niha herî rijandine ser rê, êdî em qet nikarin herin. Wesayît di nav heriyê de asê dimînin. Em bang dikin lê kes dengê me nabihîze. Em dixwazin êdî dengê me bibihîzin."

"Ev rê 3,5 kîlometre ye, rêyeke me ya din tune ye"

Mehmet Şerif Fidan

Mehmet Şerif Fidan ê ku diyar kir cihên wan ên niştecihbûnê ne nû ne û rêyên heyî jî ne şaredariyê lê bi derfetên xwe çêkirine, wiha got: "Di sala 1984an de me li Pinarbaşiyê xanî çêkir û nêzîkî 41-42 salan e li vir dijîn. Gelek caran min serî li Qaymeqamiya Erxeniyê, Şaredariya Erxeniyê, Şaredariya Bajarê Mezin û saziyên dewletê yên têkildar da. Her carê gotin 'Em ê îro, sibê çêbikin.' Lê çêkirina vê rêyê bi berdewamî hat astengkirin. Ev rê 3,5 kîlometre ye, rêyeke me ya din tune ye. Bi derfetên xwe, bi bikaranîna traktor, balyoz û bêl/kazmayê me rêyek vekir. Yek ji qadên avê yên herî mezin ên Erxeniyê li vir e. Bi taybetî dema ku bi baranê re asta avê bilind dibe ne otomobîl, ne traktor, kepçe jî nikare derbas bibe. Ji ber vê yekê rêyeke me ya din tune ye."

Fidan ê ku êşên xwe yên mîna malbatên din parve kir, wiha axivî: "Ji ber tunebûna rê di salên 2002-2003an de zarokên hem min hem birayê min Hamza hem jî Selahattin jiyana xwe ji dest dan. Ji ber pirsgirêka rê êşên ku me kişandin pir mezin in. Kurê birayê min Selahattin, dema diya xwe ya rehmetî Şevval Hatun li ser hespê dibir berî ku bigihîje dawiya rê li ser hespê ji sermayê qerisî û mir. Keça min Merve jî di zivistanê de di hembêza diya xwe de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Kurê birayê min Hamza Muhammed Hanefi û xizmên me yên din jî bi heman awayî jiyana xwe ji dest dan. Bêguman mirin teqdîra Xwedê ye. Lê heke rêya me hebûya, me bikarîbûya bigihînin nexweşxaneyê qet nebe me ê aramiya ku me tiştê ji destê me tê kiriye bijiya. Lê niha em vî ezabê wîjdanê dikişînin."

"Ev rewş li ser navê mirovahiyê rûreşiyek e"

Fidan ê ku nedana xizmeta rê wekî zulmê bi nav kir, wiha got: "Di Qurana Kerîm de hişyariyên Cenabê Xwedê hene ku em meyla li zaliman nekin, pişta wan negirin û piştgiriyê nedin wan. Ev hişyariya Cenabê Xwedê ji bo me hemûyan e. Kî pişta zaliman bigire, piştgiriyê bide wan û derdorên wan fireh bike, hem li vê dinyayê hem jî li huzûra Xwedê dê hisabê vê yekê bide. Ji ber vê yekê yên ku çêkirina vê rê asteng dikin û yên ku li hemberî vê yekê bêdeng dimînin, hem li vê dinyayê hem jî li huzûra Xwedê dê hisabê vê yekê bidin. Ez ji kesî gilî nakim. Gilî û gazincên min ji Xwedê re ne."

Fidan wiha axivî: "Di xala ku em îro gihîştinê de, ji ber ku rêya me nayê çêkirin zarokên me 6-7 hefte ne rojekê jî nikarin biçin dibistanê. Bavê min ji 90 salî derbas bûye, xizmên me yên ji 100 salî derbas bûne jî hene. Dema pêdiviya me çêbibe, dema nexweşê me hebe em nikarin ji vir derkevin û biçin. Ev rewş li ser navê mirovahiyê rûreşiyek e. Ez van gotinên xwe digihînim Birêz Serokkomarê me Recep Tayyip Erdoğan jî. Ji kerema xwe bila dengê me bibihîze."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.