Li Şemzînanê teqîn: 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî winda bûn

Di teqîna ku li qereqoleke li Şemzînana Colemêrgê pêk hat de 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li qereqoleke li Şemzînana Colemêrgê di dema gule berdanê de ji ber muhîmata giran teqînek pêk hat. Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve hatiye belavkirin di encama teqînê de 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî winda bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li qereqoleke li Ortaklara gundê Derecîka Şemzînanê di dema gule berdanê de ji ber muhîmata giran teqînek pêk hat. Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastina Neteweyî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di encama teqînê de 25 leşker birîndar bûn û 7 leşker jî winda bûn û xebatên lêgerînê yên leşkerên windabûyî berdewam dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e