“Li ser israrên zêde ez bûm namzedê serbixwe”

Zekerîya Yapicioglûyê ku ji bo li Diyarbekirê bibe namzedê parlamenterîyê yê serbixwe ji wezîfa xwe ya Serokatîya Giştî ya HUDA PARê îstîfa kir û li Diyarbekirê bû namzedê parlamenterîyê yê serbixwe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû ji bo serlêdana namzedîya parlamenterîyê ya serbixwe bike ji partîya xwe îstîfa kir û li Lijneya Bilind ya Hilbijartinê serlêdana xwe kir.

Yapicioglûyê ku serlêdana namzedîya parlamenterîya serbixwe kir îfade kir ku wî ji ber israrên hevalên xwe ji wezîfa xwe îstîfa kirîye û bûye endamê parlamenterîyê yê serbixwe.

Yapicioglû, piştî serlêdana xwe kir daxuyanîyek da û îfade kir ku wî niha rozeta HUDA PARê ya li yaxa çakêtê xwe derxistîyê.  

Yapicioglû, di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Ji ber ku ezê li Diyarbekirê bibim endamê parlamenterîya yê serbixwe min ji wezîfa xwe ya Serokatîya Giştî ya HUDA PARê îstîfa kir. Wezîeya ku ji 30 yê Hezîrana 3013an ya serokatîya giştî min îro berda. Vê gavê min rozeta xwe derxist. Bi rastî me wek HUDA PARê biryar dabû ku emê li 81 bajarî bi 600 namzedî wek partîyê têkevin hilbijartinan. Lê belê li ser daxwaz û israrên hevalan hewce kir ku ez wek namzedê serbixwe têkevim hilbijartinê. Niha me serlêdana xwe kir. Ez hêvî dikim ku dê bibe wesîla xêran.” (ÎLKHA)  








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû