Li gundê Balukayê (Bozkuş) ku girêdayî navçeya Dihê (Eruh) ya Sêrtê ye, pevçûna ku derket bi birîndarbûna 8 kesan bi dawî bû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, nîqaşa ku li gund di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn dest pê kir, di demek kurt de mezin bû û veguhêzî pevçûnê.
Di pevçûnê de 8 kes birîndar bûn, piştî bûyerê li gund tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.