Hat ragihandin di pevçûna bi kêr a ku li Kolana Gureşê ya Kavşaxa Nexweşxaneya Dewletê ya Sertê ya berê di navbera du koman derket de yek jê giran tevde 8 kes birîndar bûn.
Bûyer derdora seat pênc û nîvê êvarê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera du koman de pevçûn derket. Ji ber ku pevçûn mezin bû di pevçûnê de kêr hat bikaranîn. Di pevçûna ku tê de kêr hatin bikaranîn de yek jê giran tevde 8 kes birîndar bûn.
Engîn Çelîk, Îlhan Çelîk, Savaş Mutkan û Nacî Çelîkê ku birîndar bûbûn hatin rakirin nexweşxaneyeke taybet û Rifat Çelîkê ku giran birîndar bûbû jî hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ya Herêmê.
Her wisa Azîz Olgaç, Bahattîn Olgaç û Cemal Olgaçê ku birîndar bûbûn jî hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Lêpirsîna ku derbarê mijarê de hatibû destpêkirin berdewam dike.
ÎLKHA