Li Sêrtê qeza trafîkê: 2 mirî 8 birîndar

Li Şîrwana navçeya Sêrtê wesayîta ziraatê ya ku jê re tê gotin patpat qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe jidest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Mawîta gundê Şîrwana navçeya Sêrtê wesayîta ziraatê ya ku jê re tê gotin patpat qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji  dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 17.30an de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 10 kesên ku ji heman malbatê bûn ji berhevkirina fistiqan dihatin ku di rê wesayîta ku lê siwar bûbûn qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê  Umut Aldemîr (17) û Nurcan Evez (55) jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên bi navê Fatma Aldemîr (14), Ekrem Aldemîr (14), Mercan Aldemîr (15), Muhammed Aldemîr (12), Nursel Aldemîr (10), Mehdîye Aldemîr (34), Nurcan Aldemîr (28) birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir