Li Sêrtê qezaya trafîkê: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn

Li Sêrtê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Misircêya Sêrtê li nêzî mewqîya Zengayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Qeza li ser Rêbeja Misircê-Sêrtê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kamyoneta bi plaqeya 72 MA 019 a ku ajokarê wê kesê Sûrîyeyî bû û otomobîla bi plaqeya  34 ZH 0122 a ku ajokarê wê Savaş Karataş li hev qelibîn. Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê  Savaş Karataş, Alî Dama, Murvet Azun û Heysel el Macît birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re ambûlans û yekîneyên rizgarîyê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesên birîndar bi  ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn rewşa kesên bi navê Elî û Duma giran e.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn