Silêmanî (Rûdaw) – Çavkaniyeke ewlekariyê ji başarê Silêmaniyê ragihand ku îro du pasên ciwanan ên ku xwestin lihev kom bibin yan jî hewl bidin ku xwepêşandanê bikin, hatine girtin. Herwiha li Helebce û Seyîdsadiq jî hewla sazkirina xwepêşdanê hat kirin.
Çavkaniyek ji hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê ji Rûdawê re got: “Heta niha 2 pas ciwan hatine girtin. Temenê wan kesan di navbera 18-25 saliyê de ne. Piştî hatin girtin, birine avahiya berê ya Wezareta Navxwe ya li Silêmaniyê. Piştre jî ji bo asayîşê jî hatin veguhestin û lêkolîn ligel wan tê kirin.”
Li gor zanyariyên nûçegihanên me yên li Silêmaniyê, hêzên ewlekariyê nahêlin du kes bi hev re biaxivin û wan belav dikin. Çi kesê telefon ligel wan be, ji wan werdigrin, temaşe dikin û dema çi wêneyek girtibin tên girtin.
Li Helebce û Seyîdsadiq jî kombun
Helebce û Seyîdsadiq li hev kombûne û dixwazin xwepêşandanê bikin. Lê hêzên ewlekariyê çavdêriya rewşê dikin û nahêlin xwepêşandan bê kirin.
Li gor zanyariyên nûçegihanê me, îro danê êvarî zêdetirî 100 kes li pêşiya mizgefat Paşa a di nava bazara Helepce de kombûne, li fîtikan dane û kirine qêr. Lê xwepêşandanê dest pê nekir. Herwiha li bajarokê Seyîdsadiq jî hêjmarek ciwan li hev kombûne û daxivin, lê rewş ber bi aloziyê ve neçûye.
Îro di salvegera xwepêşandanên sala borî yên 17’ê Sibatê de, li gelek bajar û bajarokan ji bo dûbarebûna xwepêşandan aloziyek heye. Lê hêzên ewlekariyê wan belav dikin û nahêlin xwepêşandanê bikin.
Tevî ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hewl tê dayîn ku xwepêşandan bê kirin, lê li navçeya Germiyan û Kelar ti tiştek li holê nîne û rewş aram e. (Kelhaamed)