Li Silêmaniye xwendekaran, ji bo hêzên emniyetê bi lomînin dîsa meşiyan, girtin ser fakultekî. Meşa xwendekaran di zanîngeha Silêmaniyê de di fakulteya ‘îlmên Beşerî di qismê medyayê de pêk hat. Ji bo hêzên emniyetê protesto bikin, girtin ser qismê hundir.
Li aliyê din, li Silêmaniye, her çiqas hêzên emniyetê nahêlên ku xwepêşandan bên li dar xistin jî, par di hadîseyan de kesên hatibûn qetil kirin, malbat û meriv û çalakvanan, wan jibîr nekirin. Bi vê munasebetê, ji bo bîr anîna 17ya sibatê gelek kes li goristanê civiyan, Zahid Mehmûd bavê ciwanekî ku par de hatibû kuştin, beyenatek xwend. Nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ji bo protesto kirina hadîseyên par, li hinek devera, însana xwestibûn xwepêşandanên protestoyê rast bikin, lê eskerên emniyetê nehiştibûn, çend kes jî girtibûn. (Ferman Çiyayî-Bangaheq)