Qeza, li qada hilberîna enerjiya elektrîkê ya ku aîdî şîrketeke taybet e û li navçeya Silopiyaya Şirnexê ye, pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li herêma di navbera bajarokên Görümlü û Çalışqanê de, qamyona dampêr ya ku aîdî yek ji fîrmayên taşeron ên li qada hilberîna enerjiya elektrîkê dixebitî, ji ber sedemekî ku hê nehatiye zanîn ji kontrolê derket û qulûbî newala ku bi metreyan bilind bû.
Piştî qezaya ku qewimî, li ser agahdarkirina Navenda Banga Lezgîn a 112ê, ji bo rizgarkirina ajokarê ku di nava wesayîtê de asê ma, tîmên tenduristiyê, cendirme, AFAD û îtfaîyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Karkerê 33 salî jiyana xwe ji dest da
Hat hînbûn ku di qezayê de şofêrê wesayîtê M.Y. yê 33 salî jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.