Li Çinarê wesayîtek û qamyonek li hev ketin: 1 mirî 1 birîndar

Li Çinarê wesayîtek û qamyonek li hev ketin: 1 mirî 1 birîndar

Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, di qezayeke trafîkê ku ji ber lihevketina wesayîtek û qamyonekê pêk hat de, kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Qeza, li gundê Şukurliyê ya navçeya Çinarê qewimî.

Li gorî agahiyan, qamyonek û wesayîtek ji ber sedemek hêj nediyar li hev ketine. Piştî xeberdayîna şahidan, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendermeyan hatin sewqkirin.

Ekîbên tendurisît yên ku gihîştin cihê bûyerê tespît kirin ku H. O. yê 24 salî ku di wesayîtê de bû mirîye, B.B. yê 22 salî jî bi giranî birîndar bûye.

B.B., ku bi giranî birîndar bûbû, piştî tedawîya ewil a li cihê bûyerê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê H. O., ku canê xwe ji dest da, ji bo otopsiyê birin morgê.

Ekîbên cendirmeyan derbarê qezayê de lêpirsîn dane destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.