Li sînor termê 6 penaberan hat dîtin

Li Elbaka Wanê li ber sînora Îranê termê 6 penaberan hat dîtin.

Hat ragihandin li Elbaka Wanê li ber sînora Îranê termê 6 mêrên ku tê diyarkirin ji ber sermayê mirine hat dîtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh derdora seat 14.00an de li Elbeka Wanê termê 2 zilaman hat dîtin. Ji ber îxbara ku hat kirin cendirme çûn cihê bûyerê û lêkolîn û tehqîqatê kirin.

Di encama tehqîqata ku hat kirin de di newalekê de termê 4 zilmên din ên ku ji ber sermayê mirine hat dîtin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ve daxuyanîyek hat dayîn.

Bîlmez di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir kesên ku jiyana xwe ji dest dane penaber in û welatê kesên ku termên wan hatiye dîtin hêj nehatiye tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Temena kesên ku jiyana xwe ji dest dane di navbera 20-25an de ye û weke ku ji meselê tê fêmkirin tev di demsala zivistanê de ji ber sermayê mirine û piştî ku berf helîyaye re cesed derketine holê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin