LI SÎNORÊ URDUNÊ ŞER
DI NAVBERA ESKERÊN SÛRIYE Û URDUNÊ DE PEVÇÛN QEWIMÎ
Eskerên ordiya Esed, her ku diçe har dibin. Êdî guhnadin sivîl û çekdaran.
Xeberan diyar kir ku eskerên Esed, li sînorê Urdunê, êrîşî milletê ku dixwaze derbasî Urdunê bibe kiriye. Li ser vê êrîşê, di navbera eskerên ordiya Esed û eskerên Urdunê de şer qewimiye. Tê gotin ku gelek kesên birîndar hene.
Li gor xeberan, ji herêma Şehaba bajarê Derayê, millet ğeyret kirine derbasî hêla Urdunê bibin. Ji ber vê yekê hêzên Esed, êrîş birine ser wan û yekîneyên eskeriya Urdunê yên li sînor. Di van êrîş û pevçûnan de, gelek kes birîndar bûne. Li ser hadîseyê, hêla Urdunê esker teqwiyeyê sînor kiriye.