Li Somalîyê êrîş: 6 mirî 16 birîndar

Di êrîşa ku li Mogadîşuya paytexta Somalîyê hat lidarxistin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somanîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Hodana girêdayê Mogadîşuya paytexta Somanîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa ku tê de avahîta îdarî hat hedefgirtin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin exlbeyê kesên ku mirine û birîndar bûne xebatkarên hikûmetê ne.

Berî vê 2 heftîyan jî li heman navçê êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 15 kes jî birîndar bûbûn.

Tê diyarkirin êrîş ji teref Eş-Şebab ve li ser xwe hatiye girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir