Li Srî Lankayê êrîşî çend camîyan hat kirin

Li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin.

Hat ragihandin li Srî Lankayê piştî ku li çend dêr û otelan bombe hat teqandin re vêcar êrîşên li hember camîyan dest pê kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Chîlawa bajêra li xerba welêt  êrîş li camî û dikanên Mislimanan hat kirin.

Roja yekşemê di encama nîqaşa ku ji ser Facebooka  medyaya civakî dest pê kir de li Chîlawa ku ekserîyeta wê Xiristîyan in komek êrîş bir li ser mizgeftan û li ser dikanên Mislimanên ku li wê derê dijîn.

Ji ber êrîşa ku hat  li dikanên Mislimanan û camîyan hatin kirin polêsan  çend kesan binçav kirin.

Berdevkê Artêşê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ji bo ku bûyer bên kontrolkirin li herêmê êvaran derketina derve hatiye qedexekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin