Li Stenbolê bernameya Evîndarên Pêxember dest pê kir

Bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunnet Wî” ya ku ji teref Koordînatorîya Marmarayê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna bi deh hezaran Evîndarên Pêxember dest pê kir.

Ji teref  Koordînatorîya Marmarayê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Qada Mîtîngê ya Stenbolê bernameya Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunnet Wî” ya bi temaya “Hz. Muhammedê Rêberê Edalet û Exlaqê” tê tertîpkirin. Bername di seat 14.00an de dest pê kir. Xelkê Misliman ê Stenbolê eleqeyeke mezin nîşanî bernamê da.

Piştî azana nîvro ya ku hat xwendin re li qadê bi cemaata nimêja nîvro hat edakirin.

Bernameya ku bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir bi xwendina mewlûda şerîf berdewam kir. Di dema bernamê de bênavber selewat û tekbîr hatin anîn.

Bername niha bi dendkirina îlahîyan berdewam dike.

Alîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê û Endamên Lijneya Giştî yê Îstîşarê yê HUDA PARê, alim û rsîpî jî beşdarî bernamê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn