Li Stenbolê qeza: 3 mirî

Li Arnavutkoya Stenbolê otomobîlek li wesayîta paqijîyê ya şaredarîyê qelibî, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Arnavutkoya Stenbolê otomobîlek li wesayîta paqijîyê ya şaredarîyê qelibî, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatin wergirtin otomobîla bi plaqeya 32 FV 723 a ku ajokarê wê Yakup Yamaç bû ji paş ve li wesayîta paijîyê ya aîdî şaredarîyê qelibî, di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku yekîneyên tenduristîyê hatin cihê bûyerê 3 kesên ku di wesayîtê de asê mabûn hatin derxistin û hatin rakirin  Navenda Tipê ya Adlî ya Yenîbosnayê.

Derbarê qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn