Li Sûdana Bakur lehî: 23 mirî

Li Sûdana Bakur piştî barana ku zêde barîya re lehî rabû, di lehîya ku rabû de herî kêm 23 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li Hartuma paytexta Sûdana Bakur û li hinek bajarokên wê gelek zêde baran barîya. Di encama baran ku barîya de lehî rabû û herî kêm 23 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin doh nêzî 4 seatan li Hartuma Sûdana bakur baran barîya û kolan bi avê tije bûn. Ji ber baran ku barîya lehî rabû û ceyran qut bûn.

Di encama baranên ku ev heftîyekê dibare li Sûdana Bakur tev de 23 kes jiyana xwe ji dest dan û 61 kes birîndar bûn û zêdetirî 8 hezar û 900 malbat jî ji wargehên xwe bûn.

Heyvasor jî derbarê mijarê de diyar kir zêdetirî 45 hezar kes ji barana ku barîyaye tesîrdar bûne.

Rayedaran bo rojên pêşîya me îqaza barîna barana zêde kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn