Li Sûdanê artêş televîzyona dewletê dorpêç kir

Li Sûdanê artêşavahîya televîzyona dewletê dorpêç kir û hinek leşker ketin nava avahîyê.

Hat ragihandin li Sûdanê artêş  avahîya televîzyona dewletê dorpêç kir û hinek leşker ketin nava avahîyê. Tê diyarkirin ew ê artêş di demeke kurt de daxuyanîyeke muhîm bide.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Omdurmana duyemîn bajêra mezin a Sûdanê artêş avahîyên televîzyon û radyoyên dewletê dorpêç kir.

Li gorî daxuyanîya ku ji radyo û televîzyonê hat belavkirin ew ê artêş di demeke kurt de “daxuyanîyeke muhîm” belav bike.

Kesên şahid destnîşan dikin ji radyoya muzîka neteweperwer tê lêdan û li kolanên Hartûmê gelek leşkerên çekdar hatine bicîkirin.

Tê diyarkirin rayedarên leşkerî bêyî Serokomar Beşîr hatine ba hev.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin