Li Sûdanê leşkeran temamê peymanên ku bi sîwîlan re hatibûn kirin fesih kir

Hat ragihandin li Sûdanê leşkeran temamê peymanên ku bi sîwîlan re hatibûn kirin fesih kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Serokê Konseya Derbasbûnê yê Leşkerî Orgeneral Abdulfettah el-Burhan destnîşan kir temamê peymanên ku bi hareketa xwepêşanan a li Sûdanê re hatine kirin hatine betalkirin.

El-Burhan di berdewama daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew ê di nabveyna 9 mehan de di bin çavdêrên navneteweyî de hilbijartin bên kirin.

Piştî ku ji teref artêşê ve darbe li Omer el- Beşîr hat kirin re leşkerîyê dest danî li ser birêveberîyê û ji teref Konseya Derbasdar a Leşkerîyê ve hat diyarkirin ew ê îdarê ji bo sîwîlan vê terkkirin. Lê ji ev çend heftî ne ku di encama hevdîtinên ku hatin kirin de lihevnekirinek derket holê. Ji be vê lihevnekirinê li Hartûmê xwepêşan zêde bûn.

Di mudaxeleya leşkeran a ku li xwepêşandaran hat kirin de herî kêm 35 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin