Li Sûdanê xwepêşan berdewam dikin

Di xwepêşanên ku roja şemîyê li Hartûma Sûdanê dest pê kirin de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin xwepêşanên ku berî vê 3 heftîyan li Hartûma Sûdanê bi hinceta  bûhabûna heqê nan dest pê kiribûn telebên siyasî jî xist nav xwe û li gelek bajêran belav bû.

Xwepêşandêr dixwazin ku Omer el-Beşîrê ku ev bû 30 sal li îqtîdarê ye îstîfa bike. Her wisa xwepêşandêr bûhabûna heyatê, bêkarî û şert û mercên giran ên jiyanê protesto dikin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li welêt ji roja şemîyê vir ve di xwepêşanên ku li derdora navenda artêşa neteweyî berdewam dikin de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Komîteya Navendî ya Sûdanê ya Muxalifan ve hat belavkirin de hat destnîşankirin  ji roja şemîyê vir ve di xwepêşanên ku li derdora navenda artêşa neteweyî berdewam dikin de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn