Li Sûrîyê 2 milyon zarok nikarin biçin mektebê

Li Sûrîyê hêj 2 milyon zarok ji ber şer û qutbûnên alîkarîyê nikarin biçin mektebê.

Hat ragihandin li Sûrîyeya ku ev heft sal in lê şer berdewam dike hêj 2 milyon zarok ji ber şer û qutbûnên alîkarîyê nikarin biçin mektebê. Li Sûrîyê ji 3 paran parekî mekteban nikarin xizmetê bidin û ji ber şer nêzî 180 hezar mamosteyan jî pergala perwerdehîyê terk kirine.

Hêj nayê zanîn ew ê şerê li Sûrîyê bi dawî bibe, lê her ku diçe ew alîkarîyên ku ji teref  hinek welatan ve bo perwerdehîya zarokan dihat dayîn kêm dibe.

UNICEF derbarê mijarê de diyar kir fona heyî ya li ber destên wan ji fona ku divê hebe 40 milyon dolar hindiktir e. Heman rewşa UNICEF li Libnan û Urdunê jî heye. Rob Jenkîsnê dîrektorê welêt ê UNICEFÊ  diyar kir, sazî li sala din li Urdunê ji xwendina 55 hezar zarokan re bû alîkar, lê ev alîkar îsal heta 10 hezar zarokan ketiye.

Ji ber ku fonên li Libnanê jî kêm bûn 20 hezar zarok nikarin perwerdehîyê bistînin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn