Derbarê kesên sîwîl ên ku li Sûrîyê tên qetilkirin de ji teref Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê ve raportek hat amadekirin. Di raporta ku hat amadekirin de bal hat kişandin li ser qetilkirina kesên sîwîl û derbarê mijarê de hat diyarkirin di meheke dawî de 57 jê zarok tevde 197 kesên sîwîl hatin qetilkirin.
Di berdewama raporta ku hat amadekirin de hat diyarkirin 13 jê zarok û 3 jê pîrek tevde 30 kesên sîwîl ji teref PKKê ve hatin qetilkirin û di êrîşên leşkerî yên Rûsyayê de jî 2 jê zarok, yek jê pîrek tevde 9 kes û di êrîşên DAIŞê de jî 3 jê zarok û yek jê pîrek 13 kesên sîwîl hatine qetilkirin.
Di êrîşa koalîsyona ku Amerîka jê re pêşîvantîyê dike de jî 15 jê zarok û 12 jê pîrek tevde 37 kes hatin qetilkirin û 64 kesên din ên sîwîl hêj nehatiye tespîtkirin ka ji teref kî ve hatine qetilkirin
ÎLKHA