Li Sûrîyê êrîşa xwekuj: Zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşa xwekuj a ku li Suweydeya Sûrîyê hat kirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan 100î derbas kir.

Hat ragihandin li Suweydeya Sûrîyê 4 êrîşên xwekuj hatin tertîpkirin. Di encama êrîşan de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 200 kesan jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin DAIŞê êrîşan girt li ser xwe.

Walîyê Suweydê  Amer al-Eshî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir êrîşî 3 gundan hatiye kirin. Al-Eshî her wisa diyar kir  2 êrîşkar hatine kuştin û 3 êrîşkar jî hatine girtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e