Li Swêdê hewlên naskirina qirkirina Enfalê

Li Swêdê hewlên naskirina qirkirina Enfalê

Stockholm  -  Parlamentoya Swêdê 11’ê adara 2010an qirkirinên li heberî Ermenî, Suryanî û Asuriyan qebûl kir. Niha jî xwe amade dike ku qirkirina Enfalê ya ku rejîma Seddam Huseyîn li hemberî Kurdan pêk anî û di encamê de zêdetirê 200 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dane jî weke qirkirinê qebûl bike.

5 parlamenterên Partiya Sosyal-Demokrat (SAP) a Swêdê pêşnûmeyek hevpar dan Parlamentoyê û xwestin Enfal weke qirkirinê qebûl bike. Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku kampanyaya qirkirinê ya ku ji aliyê Seddam Huseyîn û Elî Hesen El-Mecîd ê ku weke “Elî Kîmeyewî” tê nasîn ve hatibû destpêkirin, bi armanca qirkirina Kurdên li Kurdistana Iraqê pêk hatiye.

Di navbera 23’ê sibat û 6’ê Îlona 1988’ê de di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan, tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û piraniya vana di kampan de hatin bicihkirin.

Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin:  “Tişta ku di salên 1914-18 de hate serê Ermenî û Suriyaniyan, ji aliyê Parlementoya Swêdê ve weke qirkirin hate qebûlkirin. Heman tişt hatiye serê Kurdan jî. Di dema Enfalê de 4 hezar gund, 2 hezar dibistan, 27 Dêrên Asuriyan hatin hilweşandin û şewitandin. Li nêzî 250 gund û bajarên Kurd lê dijîn gazên sînîr û senap ên kîmyewî hatin karanîn. Êrîşa herî mezin di 16’ê Adara 1988’ê de li dijî Helebceyê pêk hat. Êrîşa herî mezin a dîroka nûjen pêk hat. 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û 10 hezar kez jî seqet bûn. Heta niha bandora fîzîkî ya vê êrîşê li ser gelek kesan heye.”

Di pêşnûmeya bi îzmeya Parlamenterên Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Shadiye Heydarî, Anna-Lena Sörensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin de tê xwestin ku Enfal weke qirkirina li hemberî Kurdan bê qebûlkirin. Herwiha balê dikişînin ser girîngiya qebûlkirina qirkirinê û eşkerebûna rastiyan.

Pêşnûme dê di rojên pêş de li Parlamentoya Swêdê bê gotûbêjkirin û dê biavêjin dengdanê.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin