Li Tehranê Konferans

Li Tehranê KonferansKonferansa “Jin û Hişyariya Îslamî” Ya Navnetewî Dest Pê Kir

Li Tehranê konferansa “Jin û Hişyariya Îslamî” ya navnetewî, bi xeberdana Ahmedînecat dest pê kir. Konferans du rojan dewam dike. Ji 80 welatan zêdetirî 1500 lêkolîner, siyasetmedar, aktîvîst, perwerdekar, alim û lîderên hereketan, tevlî konferansê bûn. Serokatiya konferansê Dr. Elî Ekber Welayetiyê şêwirmendê Seyyîd Elî Xamaneyî dike.

Di konferansê de Seîd Celîliyê sekreterê ewlehiya Îranê, heyeteke Tûnûsê qebûl kir û di xeberdana xwe de anî ziman ku hişyariya Îslamî, hêviya herêmê ye ku bi cîh dibe. Seîd Celîlî, peznê mucadela hişyariya rojhilata navîn û Efrîka da.

Ji heyeta Tûnûsê Atîk jî, diyar kir ku inqilaba Îslamiya Îran ji qiyama xelkên herêmê re pêşîvanî kiriye, hişyariya Îslamî jî yekîtiya xelkên musluman xurt kiriye. Ecnebî li hember hişyariya Îslamî ne û dixwazin li welatê muslumana hîle û qomloya pêk bînin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Sêrtê di navbera du malbatan de pevçûn: 8 birîndar
Karwana Hêviyê rûyê zarokê hewcedar kenand
Dibe ku sedema êşa diranan ne ji ber dirana be
67 gumanbarî ameyî girtene
Kermeseke xêrê hat li dar xistin