Li Tirkîyê coşa nimêja îdê

Li çar alîyê welat welatîyan ji bo nimêja Îda Remezanê berê xwe dan mizgeftan.

Îda ku ji teref Xweda ve  wek îkramekî ji Mislimanan re hatiye dayîn li çar alîyê welêt bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Welatîyên ku serê şeveqê zû şiyar bûn berê xwe dan mizgeftan û nimêja îdê kirin û dû re di derketina mizgeftê de îda hev pîroz kirin.

Li mizgeftan ji ber îdê xutbe hat dayîn, nimêj hat kirin û îda hev hat pîrozkirin.

Yek ji wan cihên ku lê şahî û coşîya nimêja îdê û pîrzobahîya îdê hebû Mêrdîn e. Li Mêrdînê welatîyên ku serê şeveqê zû ji xewê şiyar bûn digel malbatên xwe berê xwe dan mizgeftên li nêzî malên xwe. Welatîyên ku li Mêrdînê berê xwe dan mizgeftan xutbeya ku ji ber minasebeta Îda Remezanê hat dayîn guhdar kirin û ji bo ummetê destê xwe vekirin û diayan kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn