Li Urdunê hejmara kesên ku di lehîyê de mirin derket 20î

Li Urdunê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, di lehîyê de exlebê wan zarok tevde 20 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin hejmara kesên ku li Urdunê ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 20î. Tê diyarkirin exlebê kesên ku jiyana xwe ji dest dane zarokên emrê wan ji 14 salî biçûk in.

Li Urdunê otobuseke ku xwendekaran bo geştê digerand li ber lehîyê re çûbû. Bi gelemperî li tevahîya welêt tevde 20 kes ji ber lehîya ku rabû jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran ragihandin heta niha 36 kesên birîndar hatine rizgarkirin û bo kesên winda jî bên dîtin xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Di dîmenên ku ji herêma lehîyê hatine kişandin de tê dîtin zarokekî ku li ser pirê mehsûr maye ji teref kesekî din ve yê ku ben bi noqê wî ve hatibû girêdan tê xelaskirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû