Li Ûşakê qezaya trafîkê: 1 mirî, 17 birîndar

Li Ûşakê dema wesaît di lempa sor de sekinî bûn kamyonek hesin barkirî frên negirt û ket nav wesaîtan. Li gor agahîyên ewil kesekî jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn.

Li ser Rêberja Ûşak-Îzmîrê kamyona demir barkirî li wesaîtên di lempa sor de sekinî bû xist û qeza pêk hat. Di encama qezaya qewimî de kesekî jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn.  

Qeza di kîlometreya 17 ya Rêbeja Ûşak-Îzmîr a ku nîzîkê rêya Devera Sanayê ya Organîzê a Ûşakê pêk hat. Li gor agahîyên hatin wergirtin qamyona hesin barkirî û di kontola Sedat T. ya bi plaqa 41 SH 730 frênê wê vala bû û li wesaîtên di xaçêrê de sekinî bû xist.   

Li gor agahîyên ewil di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn. Piştî xeber hat dayîn gelek ekîbên tendirûstî, îtfaye, lêgerîn-rizgarkirin û ekîbên polêsan hatin sewqkirin cîyê bûyerê.

Kesên birîndar ji bo tedawîyê hatin rakirin nexweşxaneyên bajêr û hatin xistin bin tedawîyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû