Li Xazzê agirbest

Bi navbeynkarîya Misirê di navbera komên berxwedanê yên Filistînê û siyonîstên terorîst û dijmin de di warê agirbestê de lihevkirin çêbû.

Navenda Hevpar a Komên Berxwedanê destnîşan kir di wextên êvarî  de bi navbeynkarîya Misirê di navbera komên berxwedanê yên Filistînê û siyonîstên terorîst û dijmin de di warê agirbestê de lihevkirin çêbû.

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Hevpar a Komên Berxwedanê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat diyarkirin “Bi xeyretên Misirê di navbera komên berxwedanê û siyonîstên dijmin de di warê tetbîqkirina agirbestê de lihevkirin çêbû.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ger siyonîstên dijmin li gor agirbestê hereket bikin ew ê bi xwe jî li gorî agirbestê tevbigerin.

Serokê Yekînîya Siyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filistînê Îsmaîl Henîyye jî di daxuyanîya xwe ya ku berî vê daxuyanîyê belav kir de destnîşan kir ger siyonîstên êrîşkar dev ji êrîşên xwe berdin dibe ku di warê agirbestê de lihevkirinek çêbibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir