Li Xazzê qeyrana dermanan berdewam dike

Li Xazzeya ku lê ji sedî 52yê dermanan nayê peydakirin qeyrana heyî berdewam dike.

Hat ragihandin li Xazzeya ku ev bû 12 sal di bin dorpêça siyonîstên terorîst de ye û lê ji sedî 52yê dermanan nayê peydakirin qeyrana heyî berdewam dike.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ya li Xazzê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belevkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; heta îro di warê dermanan de qeyraneke wisa nehatibû dîtin ku ev qeyran her ku diçe zêdetir dibe.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin şert û mercên di warê tenduristîyê de her ku diçe girantir dibin ku ew ê ev yek ji bo  nexweşxan  bibe sedema bobelateke mezin.

Muhammed Ebû Salmîyehê Midûrê Nexweşxaneya Zarokan ê Dr. Abdulazîz Rantîsî di civîna çapemenîyê de banga rizgarkirina nexweşên li Xazzê kir û destnîşan kir niha li Xazzê ji sedî 52yê dermanên pêwîst nayên peydakirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin