Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de diyar kir “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane. Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin.”
Lowcock li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “ Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.”
Lowcock her wis diyar kir “Di encama xebatên nêzî 4 salan li herêmê hat kirin de, derket holê, bi milyonan kesên Yemenî ji ber birçîbûn, xela, kolera û ji ber nexweşîyên mîna van zeîf û ketine û perîşan bûne.”
ÎLKHA