Li Yemenê agirbest dê di 18ê Berfanbarê de dest pê dike

Rayedarekî Hareketa Ensûrullah destnîşan kir agirbesta ku li Hudeydeyê hatiye qebûlkirin dê di 18ê Berfanbarê de dest pê bike.

Muhammed Alî el- Hûsîyê Serokê Komîteya Bilind a Înqilaba Yemenê di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de diyar kir Neteweyên Yekbûyî temsîlkarekî taybet  şand Yemenê û peyamek ji Serokê Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî re veguhast. Hûsî diyar kir di peyama ku hat veguhastin de hat diyarkirin dîroka agirbesta li Hudeydeyê hatiye diyarkirin.

Ji Hareketa Ensurullah rayedarekî payebilind jî di daxuyanîya ku da televîzyona el-Cezîrê de diyar kir ew ê agirbesta li Hudeydeyê di 18ê Berfanbarê de dest pê bike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e