Li Yemenê serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin

UNICEF destnîşan kir li Yemena ku lê qeyrana însanî berdewam dike serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin.

Li  Yemenê şerê navxweyî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd pêşîvantîyê dike hêj berdewam dike û encamên şer û êrîşan her ku diçe tesîrên xwe zêdetir nîşan didin.

Derbarê mijarê de ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Netweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber şer û êrîşan herî zêde zarok û pîrek tesîrdar dibin.

Di berdewama rapora ku hat belavkirin  de hat diyarkirin “ Li Yemenê dê û bebek di nav wan kesên ku bêparastin de ne. Serê 2 seatan carekê dayikek û 6 bebek dimirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn