Li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire

Li gorî daxuyanîya Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî “ji ber nexweşîyên ku dikare pêşîya wan bê girtin” li Yemenê serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.

Li Yemenê ev bû 5 sal ku şerê navxweyî berdewam dike ku ji ber vî şerî û êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantî dike her ku diçe hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Li gorî daneyên ku ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin Yemenî bi qeyrana herî mezin a li cîhanê re rû bi rû amne. Li gorî raportên çavkanîyên xweser ji roja ku şer dest pê kiriye vir ve li Yemenê zêdetirî 60 hezar însan jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê rewşa dawî ya li Yemenê de daxuyanîyek jî ji teref Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û ji ber êrîş, şerê navxweyî ya li Yemenê “serê her 10 deqîqeyan carekê zarokek dimire.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin