Li Yemenê Teqîn

22 Namzetên Polîs Hatin Kuştin

Xeberan diyar kir ku li Sanaya paytexta Yemenê, kesekî bombe bi xwe ve girêdabû, êrîşî namzetên polîsên akademiyê kir. Bi teqîna bomba wî, bi kêmanî 22 kes hatin kuştin. Bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rayedarên Yemenî diyar kirin ku piraniya kesên can dane, şagirtên akademiya polîsan in û gava ji akademiyê vegeriyane, bûne amanca êrîşê. Heta niha tu grûbê, vê êrîşê nedaye ser xwe.

Wekî tê zanîn di meha Gulanê de jî, di êrîşeke di de, 100 kes hatibûn kuştin. Kesên kuştî, leşkerên ordiya Yemenê bûn. El Qaîde êrîşê dabû ser xwe.

Ordiya Yemenê û teyarên Emrîka yên bê însan jî, pir caran êrîşan pêk tînîn. Heta niha bi hînceta terorê, bi sedan sivîl hatine qetil kirin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be