Zanîngeha Dicleyê da zanîn ku ji bo xwendekarên beşa tibê dersa Kurdî wê weke dersa îradî were dayîn.
Li Amedê xwendekarên tibê ji bo ku bi rehetî bi gelê herêmê re têkilîyan deynin dixwazin ku hînî zimanê herêmê bibin. Ji ber vê yekê jî serî li îdara zanîngehê dan û xwestin ku zimanê Kurdî hîn bibin. Zanîngehê jî ev daxwaz qebul kir. Ji îsal pê ve êdî ji bo xwendekarên tibê dersa Kurdî wê weke dersekî îradî were dayîn. Qerar ji alîyê senatoya zanîngehê ve hate qebulkirin.
Zanîngehê destnîşan kir ku, ger ji doqtorên ku li herêmê wezîfeyê dikin daxwaz were zanîngeh dikare qursên Kurdî jî veke.
Di derheqê van qeraran de îdara zanîngehê hest û fikrên xwe wiha anîn ziman, “Ger doqtor zimanê nexweşê xwe nizanibe ev pirsgirêkên mezin derdixe. Lewra doqtor ji nexweşê xwe agahîyên ku rêya teşxîsê deyne pêşîya wî nikare bistîne, ev jî pir caran dibe sedemên teşxîs û tedawîyên ğelet. Ji ber vê yekê em dixwazin ev zehmetîya li pêşîya doqtoran ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî emê ji niha pê ve giranîya xwe bidin ser perwerdehîya Kurdî.”
Kurdî di pêşerojê de dibe ku bibe dersa mecburî
Prof. Dr. Eyigün, dersa îradî ya Kurdî di raya giştî de pir xweş hate pêşwazîkirin. Heta niha pir caran di nava doqtor û nexweş de tercumanek dihate bi kar anîn. Lê ji ber tercuma ğelet di teşxîs û tedawîyê de hinek pirsgirêk derdiketin holê. Em dixwazin ku, doqtor bê navgîn û rasterast guhdarîya nexweş bike. Ji ber vê yekê jî em dixwazin hemî doqtorên me hînî zimanê Kurdî bibin. Ya rast em mamosteyên zanîngehê jî dixwazin hînî Kurdî bibin. Lewra Kurdî zimanekî pir xweş e. Ji ber vê yekê jî dibe ku Kurdî di pêşerojê de li zanîngeha me di beşa bijîşkîyê de bibe dersa mecbûrî. YOK’ê jî dersa Kurdî ya mecbûrî xistîye nava programa xwe.” (Nuçevan)